Dê Tolhildana Pirsusê Li Kobanê Bihê Rakirin (Suruç’un İntikamı Kobanê’de Alınacak) – Feraşîn Baran (Cîwanên Komûnîst ên Şoreşger)

Ger ku em derbarê komkujîya Pirsusê da nivîsekê binivîsin em nikarin heyama ku komkujî hat jiyîn û çima hewcedarî bi rêxistinkirina hemleya “Me bi hev ra parast em ê bi hev ra ava bikin.” hat dîtin ji hev cuda nîqaş bikin. Her tim denga ciwanên Rojava yên ku di bin bandora pergala BAAS da man hat birîn. Ciwanên ku nedixwastin di bin çanda pergala eşîrtî da bijîn zehmetîyên mezin jîyan kirin, ji mafên xwe bêpar man. Ji ber vê sedemê serhildanên gel ên Ereb ku li Tunusê destpê kir û belavî welatên herêmê bû bandor li Rojava jî kir. Me di serhildanên gel ên Ereb da rola ciwanan bi hev ra dît. Bayê vê serhildanê li parçeyê Rojava yê Kurdistanê jî bandora xwe nîşan da.

Dema ku çeteyên DAIŞê yên bû xewneka bi tirs a tevahî cîhanê êrîşa axên me kir destpêkê da jin hedef girtin. Bi sedan belkî bi hezaran jin -bi taybetî jinên ciwan- ji alî çeteyan ve hatin revandin û di bazarên koleyan da weke koleyên seksê hatin firotin. Gundên ku Kurd, Suryan, Êzîdî û gelek netewên cuda koman li dijîyan hatin talankirin. Gel di komkujîyan ra hatin derbaskirin. Di qadên bajaran da kêlîyên komkujîyan weke ku pêşande dikin di şaşeyan da bi gelan dan temaşekirin. Ev di demeka ne dûr da hatin jiyîn. Belkî 7-8 sal berî dema ku em hîna di temenê xwe yê zarok da bûn em mecbûr hatin hiştin ku em ji axên xwe koç bikin anî bi dîtina komkujîyan bi tirs bijîn.

Li dijî hovitîya ku hatîye jiyîn xwişk û birayên me, dayik û bavên me; yanê weke zarokên vî welatî ji bo parastina rûmeta bindestan bazdan. Teva destpêkirina şoreşa Rojava bi hezaran jinên ciwan û xort bûn pêşengên vê şoreşê. Ciwanên ku ketin ferqa hêza xwe, wekî ku şoreşê di pêşengtîya wan da destpê kir, dîsa dîtin ku bi yekbûna wan dikare ser bikeve. Ji ber vê yekê dema ku şoreşa Rojava destpê kir ciwanên Rojava derketin qadan û di parastina axên xwe da cih girtin. Şoreşa Rojava ya ku ji bindestên cîhanê ra bû mînak bû sedema gelek serhildanan. Şoreşa Rojava ya bi keda hezaran ciwanan hat afirandin her ku diçe hîna gurtir dibe. Rastîya şoreşê û pêwîstîya parastinê dabîn kir ku herkes rûyê xwe bizivirîne Rojava. Di heyama şerê Kobanê da bi hezaran ciwanan sînor derbaskirin û tevlî şoreşa Rojava bûn. Ji bo parastina şoreşê bedelên mezin dayîn. Lewma tu kes nikare ev axên ku bi bedêlan hatîye parastin tune bike.

Ji destpêka şoreşê da heta niha dewleta Tirk a faşîst û dewletên emperyalîst her tim xwestin ku hêza vê şoreşê tune bikin. Ji ber vê yekê bi taybetî di nava ciwanan da rêbazên şerê taybet bikaranîn. Dûrketina ciwanan ji şoreşa Rojava û bi rêya koçkirinê bêhêz hiştina şoreşê armanc girtin. Xwestin ku mêjîya ciwanan bi çanda kapîtalîzmê dagirin. Lê milîtanîya ciwanan di her heyamê li dijî dijmin vegerîya mertaleka ku şkestina wê ne gengaz e. Piştî çend mehên gotinên “Kobanê ha ket dê bikeve” yên şefê faşîst Recep Tayip Erdoğan Kobanê bi xwîna hezaran şehîdan azad bû. Wekî ku jı çar parçeyê Kurdistanê ciwanên Kurd parastina Kobanê kirin, ji Tirkîye û welatên cuda yên cîhanê şoreşger û antîfaşîst tevlî şerê Kobanê bûn. Kobanê bi şerkerîya wan a wêrek û fidayî azad bû. Di wan şertan da ciwanên Rojava yên îro ku di temenê xwe yên zarok da bûn ragirên navên nemiran.

Rûxana ku di şer da hat jiyîn li ber çavên hemû cîhanê bû. Bi derçûna pêşeng a ciwanên sosyalîst avakirina şoreşê ji nû ve bû rojev. Di sala 2015an da xwesteka hatina Kobanê ya bi dirûşmeya “Me bi hev ra parast em ê bi hev ra ava bikin” pratîtîkbûna fikra “di wextê rast da li cihê rastbûn”ê bû. Ew hevrêyên Emre, Sibel û Sinanê ku rihê berxwedana Gezîyê ragirtin Kobanê bûn. Xwendekar, bijîşk, mamoste, wênesaz, parêzer û hîna ji gelek beşan sedan kesan dê di avakirina Kobanê da roleka gelekî girîng bilîstana. Divê ev baş bihê fêmkirin ku mijar tena ne çêkirina park an jî daristanekê bû. Ev mijara jiyandin û parastina şoreşê bû. Mijar di vê bingehê da hebûna sekn û derçûneka pêşeng bû. Elbet dewleta Tirk a faşîst baş dizanîbû ku dema ku ciwanên sosyalîst gav bavêjin axên şoreşê yên Rojava dê gelek guhertin afirandibana. Baş didît ku ciwan dê bi hemleyê bibin xwedî hêzeka mezin û dê di nav gelan da bibin pir. Ji ber vê sedemê di 20 Tîrmehê da li dijî girseyên ku ji bo derbasbûna Kobanê li Pirsusê kombûn bi xwe teqandina çeteyekî DAIŞê komkujî hat çêkirin. Di vê komkujîyê da 33 hevrêyên me bûn nemir û bi sedan birîndar bûn. Wa ferz kir ku dê ûsa Kobanê têk bibe dewleta Tirk burjuva. Xwestin ku şoreşa Rojava ya ku gel li dijî çeteyên DAIŞê bi vîn û zilxitên (tîlîlî) xwe bi dest xistin û rewatîya ku ciwanên sosyalîst di şoreşa Rojava da biafirînin bifetisînin. Tiştê ku hatîye hedefgirtin ew pira ku ji Gezîyê bigîhêje Kobanê bû. Lê bêhude. Şoreşa Rojava li ber xwe dide û riprast li ser pêyan e. Li Kanîya Kurdan di daristana şehîdên Pirsusê da dar mezin dibin. Zarok di parkan da dilîzin, pirtûkan dixwînin, bi awayekî azad di kolanan da dimeşin. Û ev qasî Sarya Özgür, Sinan Sağir, Arîn Mîrkan, Roza Rênasan bi saya Cebrail Günebakanan, Hatice Ezgi Sadetan, Nazegül û Emrulahan çêdibin.

Xeyalên ku hevrêyên me weke emanet hiştin tu carî nîvço neman, dê nemînin. Her çiqasî ku hevrêyên me nikarîbûn weke fizîkî bihên jî hem ev hemleya ku hatîye meşandin, hem jî di vê rêyê da nemirbûna wan ji bo me xwedî wateyeka gelekî mezin e. Di têkoşîna me da cihekî vê yê gelekî mezin heye. Ew bi vê hemleyê li dijî şoreşê ji gelên cîhanê ra bi vîna ku xwe rapêçandin, bi wêrekî û bi hesta berpirsîyartîyeka şoreşger bûn vekera rê. Ciwanên Rojava jî xweşikîya piştgirîya enternasyonalîst, bi di avakirina dostanîya ku di navbera gelan da hatîye avakirin da rola ciwanan nîşan dan. Şoreşa Rojava deskeftina ciwanên cîhanê ye. Di vê xalê da rol û bandoreka dîrokî ya şehîdên Pirsusê jî heye.

Di şoreşa Rojava da, ji bo ciwanan û nifşên pêşerojê cihekî gelekî girîng ê komkujîya Pirsusê heye. Xwesteka hatina Rojava û bûyîna pira şoreşê ya bi sedan ciwanên ku di tevahîya emrê xwe da ev ax derveyî nûçeyan nedîtîbûn û di vê kêlîyê da hatin qetilkirina wan li ser ciwanên Rojava bandoreka gelekî mezin afirand. Ji ber ku em jî ji bo ku em agirê şoreşê bi hev ra gur bikin li benda wan bûn. Bi taybetî zaroka Kobanê, pêşenga Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) hevrê Zîlan Destan bû şopdara şehîdên Pirsusê û bi hezaran şehîdan. Hevrê Zîlan, ji bo ku ciwanên Rojava dîroka vê şoreşê, bedelên ku di şoreşê da hatine dayîn, dîroka şoreşê bi lêhengtîyên çawa hatin nivîsandin bizanibin kedeka gelekî mezin da.

Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe taybet dixwaze di nava ciwanan da tirsê biafirîne. Lê divê bizanibe ku hêrs û rika ciwanan kêlî bi kêlî mezin dibe. Xwesteka tolhildana bi hezaran şehîdan nû dibe. Ji ber vê sedemê, divê îro jî ciwanên cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk pira enternasyonalîst a ku ciwanên sosyalîst dixwastin biafirînin ava bikin. Tê xwestin ku bi dorpêçkirinê şoreşa Rojava bihê fetisandin. Ev dorpêç encax bi hêza têkoşîna yekbûyî û enerjîya berxêdêr a jinan, ciwanan û gelên bindest dikare bihê şkenandin û beralhîkirin.
Şoreşa Rojava bi xwîna zêdetirî 12 hezar şehîdan 12 sal e dijî. Wayê bes ji bo vê dê soza me ji wan ra jiyandin û mezinkirina şoreşê be. Rakirina tola 33ê hevalên me dê her tim di dilên me da be û divê herkes pêbawer be ku em ê weke pêkhate û pêşengên komunîst ên van axan bedelên giran bi dijmin bidin dayîn. Em ê hesabê vê komkujîyê di her kêlîya têkoşîna xwe da bipirsin.

Em weke Ciwanên Komunîst ên Şoreşger ji tevahî ciwanan ra dibêjin “Werin dem dema tolhildanê ye, dem dema têkoşînê ye”. Dê xeyalên wan tu carî nîvço nemînin!

Suruç’un İntikamı Kobanê’de Alınacak

Suruç katliamına dair bir yazı yazacaksak katliamın yaşandığı dönemden ve neden “Beraber Savunduk, Beraber İnşa Edeceğiz” kampanyasının örgütlenmesine ihtiyaç duyulduğundan ayrı tartışamayız.
BAAS sisteminin etkisi altında kalan Rojava gençliğinin her zaman sesi kısıldı. Aşiret sisteminin kültürü altında yaşamak istemeyen gençlik büyük zorluklar yaşadı, haklarından mahrum kaldı ve bu nedenle de 2010’larda Tunus’ta başlayıp bölge ülkelerine yayılan Arap halk ayaklanmalarının etkisi Rojava’yı da etkiledi. Arap halk ayaklanmalarında gençliğin rolünü hep birlikte gördük. Bu ayaklanma rüzgârı Kürdistan’ın Rojava parçasında etkisini gösterdi.

Tüm dünyanın korkulu rüyası haline gelen DAİŞ çeteleri topraklarımıza saldırdığında ilk önce kadınları hedef aldı. Yüzlerce belki binlerce kadın -özellikle de genç kadın- çeteler tarafından kaçırılarak köle pazarlarında seks kölesi olarak satıldı. Kürtlerin, Süryanilerin, Êzidîlerin ve başka birçok ulus ve topluluğun yaşadığı köyler talan edildi. Halklar katliamdan geçirildi. Kent meydanlarında katliam anlarını ekranlarda gösteri yaparcasına halklara izlettiler. Bunlar çok uzak olmayan bir zamanda yaşandı. Bundan belki 7-8 yıl önce bizler de henüz daha çocuk yaştayken topraklarımızdan göç etmek ya da katliamları görerek, korkuyla yaşamak zorunda bırakıldık.

Yaşanan vahşete karşı kardeşlerimiz, anne ve babalarımız; yani bu ülkenin evlatları olarak ezilenlerin onurunun savunmasına koştu. Rojava devriminin başlamasıyla birlikte binlerce genç kadın ve erkek bu devrimin öncüsü oldu. Kendi gücünün farkına varan gençlik de devrimin onların öncülüğünde başladığı gibi yine onların birleşmesi ile kazanacağını gördü. Bu nedenle Rojava Devrimi başladığında Rojava gençliği alanlara çıktı ve topraklarının savunmasında yer aldı. Tüm dünya ezilenlerine örnek olan Rojava Devrimi birçok isyana sebep oldu. Binlerce gencin emeği ile yaratılan Rojava Devrimi gittikçe daha da gürleşiyor.

Devrimin gerçekliği ve savunulması ihtiyacı herkesin yüzünü Rojava’ya dönmesini sağladı. Kobanê savaşı döneminde binlerce genç sınırları aşarak Rojava Devrimi’ne katıldı. Devriminin savunması için büyük bedeller ödendi. Bundan dolayıdır ki bedeller ile savunulan bu toprakları kimse yok edemez. Devrimin başından itibaren faşist Türk devleti ve emperyalist devletler her zaman bu devrimin gücünü yok etmek istediler. Bunun için özellikle gençlik içerisinde özel savaş yöntemlerini kullandılar. Gençliğin Rojava devriminden uzaklaşması ve göç etmesi yoluyla devrimi güçsüz bırakmayı amaçladılar. Gençliğin zihnini kapitalist kültür ile doldurmak istediler. Ama gençliğin militanlığı her dönemde düşmana karşı kırılması imkânsız olan bir kalkana dönüştü. Faşist şef Recep Tayyip Erdoğan’ın “Kobanê ha düştü, ha düşecek!” sözlerinden birkaç ay sonra Kobanê binlerce şehidinin kanıyla özgürleşti. Dört parça Kürdistan’dan Kürt gençliğinin Kobanê’yi savunduğu gibi Türkiye’den ve çeşitli dünya ülkelerinden devrimciler ve antifaşistler Kobanê savaşına katıldı. Kobanê onların fedai ve cesur savaşçılıkları ile özgürleşti. O günkü koşullarda çocuk yaşta olan Rojava gençliği bu ölümsüzlerin isimlerinin taşıyıcıları oldu.

Savaşta yaşanan yıkım tüm dünyanın gözleri önündeydi. Sosyalist Gençliğin öncü çıkışıyla devrimin yeniden inşası gündemleşti. 2015 yılında “Beraber Savunduk, Beraber İnşa Edeceğiz” sloganı ile Kobanê’ye gelinmek istenmesi “doğru zamanda doğru yerde olmak” fikrinin pratikleşmesiydi. Onlar Gezi Ayaklanmasının direncini Kobanê’ye taşıyan Emre’nin, Sibel’in, Sinan’ın yoldaşlarıydı. Öğrenci, doktor, öğretmen, ressam, avukat ve daha birçok kesimden yüzlerce kişinin Rojava devriminin yeniden inşasında çok önemli bir rol oynayacaktı. Şunun iyi anlaşılması gerekiyor ki konu sadece yapılacak bir ormanlık ya da park değildi. Bir devrimin savunulması ve yaşatılması konusuydu. Mesele bu temelde bir duruşun, öncü bir çıkışın olmasıydı.

Tabi ki faşist Türk devleti de Sosyalist Gençliğin Rojava devrim topraklarına adım atmasının birçok değişim yaratacağını iyi biliyordu. Bu hamle ile gençliğin daha büyük bir güce sahip olacağını, gençliğin halklar arasında köprü olacağını çok iyi görüyordu. Bu nedenle 20 Temmuz’da Kobanê’ye geçmek için Suruç’ta toplanan kitleye yönelik DAİŞ çete üyesinin kendisini patlatması ile katliam yapıldı. Bu katliamda 33 yoldaşımız ölümsüzleşti ve yüzlercesi yaralandı. İşte böyle Kobanê’yi yeneceğini sandı Türk burjuva devleti. Tüm dünya da korku saçan karanlık DAİŞ çetelerine karşı; zılgıtlarıyla, iradeleriyle kazandığı devrimi ve sosyalist gençliğin Rojava devriminde yaratacağı meşruiyeti boğmak istediler. Gezi’den Kobanê’ye ulaşacak olan o köprüydü hedeflenen, ama nafile. Rojava Devrimi direniyor ve dimdik ayakta. Kanîya Kurda’da, Pirsus Şehitleri Ormanı’nda ağaçlar büyümeye devam ediyor. Çocuklar parklarda oynamaya, kitaplar okumaya, sokakları özgürce adımlamaya devam ediyor. Ve bunlar Sarya Özgürlerin, Sinan Sağırların, Arîn Mirkanların, Roza Rênasların, olduğu kadar Cebrail Günebakanların, Hatice Ezgi Sadetlerin, Nazegüllerin, Emrullahların sayesinde oluyor.

Yoldaşlarımızın bize emanet bıraktığı düşler ve hayaller hiçbir zaman yarım kalmadı, kalmayacak. Her ne kadar yoldaşlarımız fiziken gelememiş olsalar da hem yürütülen kampanya hem de bu yolda ölümsüzleşmeleri bizler için çok büyük anlam taşıyor. Bunun mücadelemizde çok büyük bir yeri var. Onlar bu kampanya ile dünya halklarına devrim karşısında kuşandıkları büyük bir iradeyi, büyük bir cüreti, büyük bir devrimci sorumluluk duygusuyla yol açıcı oldular. Rojava gençliği için ise enternasyonalist dayanışmanın güzelliğini, halklar arasında inşa edilen dostlukta gençliğin rolünü gösterdi. Rojava devrimi dünya gençliğinin bir kazanımıdır. Suruç şehitlerinin de bunda tarihsel bir etkisi, rolü vardır.
Rojava devriminde gençlik ve gelecek kuşaklar için Suruç katliamının çok büyük bir yeri var. Bu toprakları hayatı boyunca haberler dışında görmemiş yüzlerce gencin Rojava’ya gelerek devrime köprü olmak istemeleri ve bu esnada katledilmeleri Rojava gençliği üzerinde büyük bir etki yarattı çünkü bizlerde devrim ateşini birlikte harlamak için onları bekliyorduk. Özellikle Kobanê’nin evladı, Devrimci Komünist Gençler (CKŞ) öncüsü Zîlan Destan yoldaş Suruç şehitlerinin ve binlerce şehidin takipçisi oldu. Zilan yoldaş, Rojava gençliğinin; bu toprakların tarihini, devrimde ödenen bedelleri, devrim tarihinin nasıl kahramanlıklarla yazıldığını bilmesi için çok büyük bir emek verdi.

Faşist Türk devleti saldırıları ile özellikle gençliğin içerisinde korku yaratmak istiyor. Ama bilmesi gerekir ki gençliğin kini ve öfkesi an be an büyüyor. Binlerce şehidin intikam isteği yenileniyor. Bu nedenle Türk devletinin saldırılarına karşı Sosyalist Gençliğin yaratmak istediği gibi bugün de dünya gençliği Rojava Devrimi ile kardeşlik köprüsü kurmalı. Rojava devrimi kuşatılarak boğulmak isteniyor. Bu kuşatma ancak ve ancak ezilen halkların, gençliğin, kadınların direngen enerjisi, birleşik mücadele gücü ile aşılabilir ve kırılabilir.

Rojava devrimi 12 binden fazla şehidin kanıyla 12 yıldır yaşıyor. İşte sırf bu yüzden onlara sözümüz Rojava Devrimi’nin yaşatılması, büyütülmesi olacak. 33 yoldaşımızın intikamını alma isteği her daim yüreklerimizde olacaktır ve emin olunabilir ki bu toprakların komünist bileşenleri, öncüleri olarak düşmana ağır bedeller ödeteceğiz. Bu katliamın hesabını mücadelemizin her anında soracağız.

Devrimci Komünist Gençler olarak tüm gençliğe “Gelin zaman intikam zamanıdır, zaman mücadele zamanıdır” diyoruz. Düşleri asla yarım kalmayacak!